Komxebata pêvajoyeke nû

Weqfa Aştiyê li Wanê komxebatekî li ser destpêkirina pêvajoyeke nû ya aştiyê lidarxist. Beşdaran balê kişandin ku Tirkiye, bi polîtîqayên ewlekarî û şer berbi rewşeke nebaş ve diçe û qeyranên cudareng rûda ne, loma jî pêwistî bi rawestandina şer û tundiyan heye û pêkve jî bi aşitiyeke mayînde.

K24-Wan

Weqfa Aştiyê li Wanê komxebatekî li ser destpêkirina pêvajoyeke nû ya aştiyê lidarxist. Beşdaran balê kişandin ku Tirkiye, bi polîtîqayên ewlekarî û şer berbi rewşeke nebaş ve diçe û qeyranên cudareng rûda ne, loma jî pêwistî bi rawestandina şer û tundiyan heye û pêkve jî bi aşitiyeke mayînde.

Serokê Weqfa Aştiyê yê Tirkiyeyê Hakan Tahmaz, ragihand ku di vê civînê de 2 mebestên wan yên bingehîn hene, ya yekem, di pêvajoya ku 2013'an de destpê kir çi kêmasî hebûn û rol û bandora saziyên saziyên sivîl destnîşan kirin û ya duyemîn jî ji bo pêvajoyeke nû amadekarî kirin e. Tahmaz balê kişand ku Tirkiye li hember pêşketinên li hemû aliyên Kurdistanê re, helwestan danî û ev helwesta heyî jî encamên baş bi xwe re peyda nekirine.

Hakan Tahmaz (serok Weqfa Aştiyê), got:"Destpêkirina hevdîtinên bi Ocelan re û piştre jî bangewaziya Wî ya ji bo rawestandina şer û destpêkirina pêvajoyeke nû girîng e. Ji aliyê din de jî helwesta Tirkiyeyê ya li hember Kobaniyê û wê heremê, helwesta li dijî referandûma başûrê Kurdistanê û bi polîtîqayên 'parastina beka ya xwe' ku bi bergiriyên ewlehî ve tevgeriya, êdî hatiye asteke ku nameş e. Loma jî pêwistî bi rêyên nû hene."

Komxebata k udi 6'ê Tîrmehê de hat lidarxistin bi 2 rûniştinan bîrê çû û hem beşdar ji ceribandinan hatin agahdar kirin, hem jî pêşniyar û boçûnên beşdaran hatin wergirtin.

Axaftvana komxebatê Prof. Dr. Betul Çelîk jî da zanîn ku di pêvajoyên aştiyê de, piştgirî û beşdariya nûnerên civakî girîng e û dive ku kêmasiya mezin ya pêvajoya berê jî ev be. Çelîk ragihand ku ew wek weqfa aştiyê li ser aliyên ku şer dikin û ji lihevkirinê dûrketine re, dixwazin bingehên lihevkirinê peyda bikin da ku aştiya civakî jî peyda bibe.

Prof. Dr. A. Betul Çelîk (akademisyen-Rêvebira Waqfa Aştiyê), dibêje:"Em dixwazin û hewla didin ku pirsgirêka ku bi salane li Tirkiye tê jiyandin û her kes wek pirsgirêka Kurd binav dike, li ser bingeheke aştiyê bê çareser kirin. Loma jî divê saziyên sivîl di van pêvajoyan de aktîf rol bistînin. Bi taybet ji bo nerm kirina hewa siyasî axaftin û dan û sitendin girîng in. Îro jî em hem xebatên xwe parve bikin, hem jî bi saziyan re dan û sitendin dikin."

Rêvebirên Weqfa Aştiyê ragihandin ku dê komxebatên bi rengî li bajarên cuda jî lidar bixin û hewla ku civak ji bo pêvajoyeke nû amadebe bidin.