Nêçîrvan Barzanî bi vî awayî supasîya stafa Kabîne ya Heştem kir
Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê, bi awayeke taybet supasîya stafa Kabîneya Heştem kir, ji wezîr û serokên desteyên hikuemeta Herêma Kurdistanê.
K24- Hewlêr
Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê, bi awayeke taybet supasîya stafa Kabîneya Heştem kir, ji wezîr û serokên desteyên hikuemeta Herêma Kurdistanê.
Serokwezîrê berê yê hikumeta Herêma Kurdistanê, sê wêne di Înistigeamê de belav kirîye û nivîsîye: Supasîya endamên Kabîneya Heştem û tevaya karmendên hikukumeta Herêma Kurdistanê dikim ku di kawdaneke gelek dijwar de xizmet kirin.
Herweha nivîsîye: Hemû piştîvanîyekê li serokweîzrê dahatî û kabîne ya wî dikim, Xweda Kurdistanê biparêz.
Di dema çar salên bûrî de, ku dema Kabîneya Heştem a hikumeta Herêma Kurdistanê bû, ji bilî şerê Daişê û kirza darayîyê, hejmareka mezin ji penaberan ber bi Herêma Kurdistanê ve hatin.
