Nêçîrvan Barzanî: Ez bi bawerim ku Mesrûr Barzanî dikare evê erka dijwar bi başî birêve bibe

Nêçîrvan Barzanî li gel wezîrên kabîne Heştem civîya ku ew bi xwe serok wezîrê wê kabîneyê bû û di gotarekê de de, supasîya tevaya wezîr û karmendên hikumetê kir ku di demeke dijawr de wan xizmeta gel welat kirin. di Înistigeamê de jî wêneyek belav kirîye li gel wezîrên kabîneya Heştem û nivîsîye: Supasîya endamên Kabîneya Heştem û tevaya karmendên hikukumeta Herêma Kurdistanê dikim ku di kawdaneke gelek dijwar de xizmet kirin.

K24- Hewlêr

 Di gotara xwe de jî, Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê, tekez kir li ser piştîvanîya xwe  bi temamî bo Mesrûr Barzanî raspartîyê pêkanîna Kabîneya nehem a hikumeta Herêma Kurdistanê û ragehand: Ez bi bawerim ku Mesrûr Barzanî dikare evê erka dijwar bi başî birêve bibe.

Herweha li ser peywendî yên Herêmê û Bexdayê Nêçîrvan Barzanî got: Em çaverê peywendîyeka baştirîn di navbera Hewlêr û Bexdayê de û peywendîyên me li gel Bexdayê ber bi qonaxeka nû diçin.

Nêçîrvan Barzanî tekez jî kir ku Hewlêr dixwaze hemû pirsgirêkan li gel Bexdayê bi rêya destûra Îraqê ve li gel Bexdayê çareser bike.