YNK navên kandîdên xwe radestê raspartîyê pêkanîna Kabîneya Nehem a hikumetê kir
Li gor zanîyarîyên Kurdistan24ê, evro, Yekêtî Nîştîmanîya Kurdistanê (YNK) bi fermî navên kandîdên xwe bo postên hikumetê radestê Mesrûr Barzanî, raspartîyê pêkanîna Kabîneya Nehema hikumeta Herêma Kurdistanê kir.
K24- Hewlêr

Navên kandîan:
Dr.Rêwaz Fayeq, seroka Perlemanê.
Qubad Talebanî, cêgirê serokê hikumetê.
Ceifer Şêx Mistefa, cêgirê serokê Herêmê.
Şoriş Îsmayîl, wezîrê Pêşmerge.
Dr. Dara Reşîd Mehmûd, wezîrê Pilandananê.
Dr. Aram Mehemed Qadir, weîzrê Xwîndina Bilind û Vekolînên Zanistî.
Mehemed Seîd Elî, wezîrê Rewşenbîrîyê.
Bêger Dolşad Şukrullah, wezîra Çandin û Çavkanîyên Avê.
Xalid Selam Seîd, weîzrê Herêmê
Nesredîm Mehmûd Mewlûd, serokê Desteya Giştîya Deverên Kurdistanî yên Derevey Herêmê.
Îsmayîl Mehmûd, serokê Desteya Giştîya Karûbarên Mîn
Ûsman Îsmayîl Husên, serokê Desteya Geştûguzar