Agirê şerê PKK û Tirkiyê devera Berwarî Bal dişewitîne

Bi egera şerê PKK û Tirkiyê pawanên gundênBêdohm Mayê û Ore li devrea Berwarî Bala şewitîn. Hevwelatî daxwaz dikin PKK û Tirkiye êdî şerî nevguhêzin axa Başûra Kurdistanê û zîyanê negehînin rez û bîstanên welatîyên Herêma Kurdistanê.

K24- Dihok

Zuheyîr Mayî ku mêşvaneke wê deverê ye ku mijlî xilêfên mêşe hingivan bû, hft gulle top wî cihî dikin armanc û ji bilî zîyan a madî  jîyana wî jî kevtîye di metirsîyê de. Ew dibêje: Gulle topek bi nav xilêfn mêşe hingivan  kevt û min bo dema yek demjimêr xwe li jêr Kevirek mezin veşart û gelek bi zehmet şîyam xwe rizgar bikim. Herweha dibêje: Heya niha 16 gulle top bi nav xilêfên mêşên wî kevtine û heft ji wan tenê li cara dayîyê  bûn.

Ebdulrehman Teyfûr ku welatîyekê dî yê wê deverê yem aşkera dike, eojane deverên wan tên topbarankirin, niha jî ku navenda gundî jî topbaran dikin, tirs û nîgranî di nav xelkên gundên deverê belav bûye.

 Hevwelatî daxwaz ji PKK û Tirkiyê dikin şerên xwe ji nav Herêma Kurdistanê  bibin derve.