HDP: Armanca me ya bingehîn çêkirina Desturek Demokratik e
Harîkara Seroka Grupa HDP ya Parlamena Tirkiyê Fatma Kurtulan got: Armanca wan ya bingehîn çêkirina Desturek Demokratik e.
K24- Hewlêr
Harîkara Seroka Grupa HDP ya Parlamena Tirkiyê Fatma Kurtulan got: Armanca wan ya bingehîn çêkirina Desturek Demokratik e.
Kurtulan, li bajarê Hatayê daxûyaniyek da û got: Jibo ku desturek nûjen û demokratîk bo Tirkiyê were amade kirin, pêwiste hemû kes seferber bibe.
Fatma Kurtulan da zanîn: Bingeha hemû arêşan, şer û helwestên aktî demokratîk yên hikûmeta Tirkiyêne.
Kurtulan balkêşa ser êrişên ser HDPê û got: Wer dizanîn bi girtinan, tirsandinê û şer, ewê gav paş de bavêjîn, lê berovajî ew ber bi Hevpeymaniyek bi hêz ya Demokratîk ve diçin.
Di kombûnê de, 8 partî û rêxistinên sivîl jî beşdar bûn û jibo Çêkirina Desturek Demokratîk, piştgiriya xwe jibo HDPê destnişan kirin.