Gelo Tirkiye û rêveberiya Rojava dê li hev bicivin?

Rêveberiya Rojava ragihand ku bi navbênkariya Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî, eger e danûstandinên wan bi Tirkiyê re çê bibin û Nûnerê Serokê Amerîka yê bo Sûryê James Jeffery û Hevpeymaniya Navdewletî rojeva danûstandinan anîne rojevê

K24-Enqere

Rêveberiya Rojava ragihand ku bi navbênkariya Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî, eger e danûstandinên wan bi Tirkiyê re çê bibin û Nûnerê Serokê Amerîka yê bo Sûryê James Jeffery û Hevpeymaniya Navdewletî rojeva danûstandinan anîne rojevê. Li gorî hin akademîsyenên Tirkiyê di şertên heyî de Tirkiye bu tu awayî bi rêveberiya Rojava re li hev nacive. Lê gorî in pisporên nêzî hikûmeta Tirkiye di asta îstîxbaratî de hevdîtin pêk hatine û dibe ku ev hevdîtin pêş bikevin jî.

Di heyama ku di rojeva Tirkiyê de zêde behsa operasyoneke bo ser rojevayê Kurdistanê nayê kirin, Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl ji Kurdistan24ê re diyarkir bi navbênkariya Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî, eger e danûstandinên wan bi Tirkiyê re çêbibin.

Tirkiye niha bi Amerîkayê re li ser mijara ji Rûsyayê kirina mûşekên s 400 û alikariyên bo YPGê li hev nake û ji bo devereke ewle jî hebûna hêzên hevpeyman erênî nabîne. Gelo tevî van neyiniyan egere heye ku Tirkiye bi rêveberiya Rojava re li hev bike.

Li gorî hin akademisyenên Tirkiyê ji ber şertên heyî ne mimkûne ku Tirkiye bi navbeynkariya Amerîkayê bi rêveberiya Rojava re pêk bê ev yek tê tunehesibandina Rûsya û Rejîma Sûriyê jî.

Prof.Dr. Hûseyîn Bagcî –akademîsyen, dibêje: Di şert û mercên heyî de zêde pêkan nîn Tirkiye bi navbeynkariya Amerîkayê, bi HSDê an jî rêveberiya Rojava re li hev bicive û hêvikeje wiha di nava civata Tirkiyê de jî nîne. Lihevkirina Tirkiyê bi rêveberiya rojava re tê wateya tune hesibandina Rûsya û rejîma Sûriyê jî. Herwiha Tirkiye HSDê weke dijmin dibîne. Biya min navbeynkariya bi destê James Jeffrey ve tê birêvebirin serkeftî nabe û Tirkiye niha bi HSDê re pêk nayê.

Lê beramberî vê yekê li gorî pisporê rojhilata navîn Can Acunê di saziya ramanan SETA ya ku nêzîkê hikûmetê ye de dixebite dibêje di asta îstîxbaratî de hevdîtin pêk hatine û ger bandora Ocalan li ser rojava zêde bibe dibe ku rêveberiya Rojava û Tirkiye li ser maseyekê li hev bicivin.

Can Acun -pisporê Rojhilata Navîn, got:Di warê îstixbarat û avakirina herêma ewle de hin hevdîtinên nerasterast pêk hatine lê heta niha Tirkiye bi HSDê re rasterast têkilî

nedaniye. Lê belê peyama Evdila Ocalan girîng e û bandora wî ser rojava zêde ye. Ocalan di peyamên xwe de ji hêzên Rojhilatê Feratê û HSDê daxwaz kirbû ku hesasiyetên Tirkiyeyê li ber çav bigrin. Ger Ocalan giranbûna xwe ya li ser herêmê zêdetir bike wê demê dibe ku HSD hesasiyetên Tirkiye li ber çav bigre û Bi vê yekê jî ji bo lihevkirinekê bingehek çêdibe."

Di salên 2013 û 2014an de hevserokê berê yê Partiya Yekitiya Demokrat PYDê salih Mûslîm çend caran serdana Tirkiyê kiribû û bi rayedarên Tirkiyê re hevdîtin pêk anîbûn. Niha jî bi navbeynkarîya nûnerê taybet yê amerikayê bo Sûriyê James Jefrey hewl têne dayîn ku careke din Tirkiye û rêveberiya Rojava bên bal hev du.