Revandina welatiyên Efrînê berdewam e

Grûpên çekdar ên li Efrînê avêtin ser gundê Şîtka ya ser bi navçeya Mabeta ve û mal pişknîn kirin û hejmarek kes jî revandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên çekdar ên li Efrînê avêtin ser gundê Şîtka ya ser bi navçeya Mabeta ve û mal pişknîn kirin û hejmarek kes jî revandin.

Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, şeva bûrî grûpa Feyliq El Şam avêt ser gundê Şîtka, mal pişknîn kirin û hejmarek kes bi hinceta ku pêwendiya wan bi Rêveberiya Xweser re hebû, revandin.

Wî jêderî amaje bi wê yekê kir, ji ber rewşa aloz ya li nava gund dirust bûye, nehat zanîn çend kes ji aliyê wê grûpê ve hatine revandin.

Ev yek di demekê de ye, ev 10 roj in grûpên çekdar bi awayekî berfereh li navçeya Mabeta û gundên wê dizî, şewitandina daran û welatiyan direvînin.

Roja 29ê meha bûrî, çekdarên Cebhe El-Şamiyê bi malên de girt, ji bilî pişknînê û dizîna pere, zêr û kelûpelên gundiyan, zêdetir ji 150 kesî jî girtin û lê dan. Hejmarek ji welatiyan piştî pere dan wê grûpê hatin berdan.

Bajarokê Mabeta 15 K.M li rojavayê Efrînê ye û piraniya xelkê wê Kurdên Elewî ne, loma jî gelek binpêkirinên mirovî di derheqê wan de ji aliyê çekdarên opozîsyona Sûriyê ve tên kirin.

Li gor zanyariyên K24ê, ji dema dagîrkirina Efrînê ve, bi hezaran welatî ji bo standina pereyan ji wan, hatine revandin û hîna hejmarek mezin girtî ne.

 

S. B

Fly Erbil Advertisment