Li Tirkiyê 832 penaber hatin desteserkirin
Li bajarên Edîrne û Balikesîrê yên Tirkiyê 832 penaber hatin desteserkirin. Serokomarê Tirkiyê dibêje, di heyama 12 salan de, ji yek mîlyon zêdetir koçberên neyasayî desteser kirin e.
K24- Hewlêr
Li bajarên Edîrne û Balikesîrê yên Tirkiyê 832 penaber hatin desteserkirin. Serokomarê Tirkiyê dibêje, di heyama 12 salan de, ji yek mîlyon zêdetir koçberên neyasayî desteser kirin e.
Fermandariya Parastina Sînorên Tirkiyê li bajarê Edîrneyê, 777 koçberên, ku xwestin bi awayek neyasayî derbasî Yunanistanê bibin, desteser kirin.
Li gor agahiyan, piraniya penaberan, welatiyên Efxanistan, Pakistan, Sûriye û Bakurê Afrîqayê ne.
Li bajarê Balikesîrê jî, 55 penaberên, ku xwestin bi rêya Derya Egeyê derbasî Yunanistanê bibin hatin desteserkirin.
Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan li Bosnayê da xuyakirin, ji sala 2005 heta sala 2017an li Tirkiyê, ji mîlyonek zêdetir koçberên neyasayî hatine desteserkirin.