Daiş gefan li Tirkiyê dike

Wîlayeta Tirkiyê ya DAÎŞê, car a yekem vîdeoyek belav kir û gefan li Tirkiyê dixwe.

K24- Hewlêr

Wîlayeta Tirkiyê ya DAÎŞê, car a yekem vîdeoyek belav kir û gefan li Tirkiyê dixwe.

Di vîdeoya Wîlayeta Tirkiyê ya DAÎŞê de 5 kes hene û pabendbûna xwe bo Xelîfeyê DAÎŞê Ebubekîr Bexdadî radigihînin û gef li Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan dixwin. Endamên DAÎŞê, herwiha gefan li Amerîkayê jî dixwin û dibêjin: Bila Amerîka nekeve baweriyek şaş a wekî, ku DAÎŞ li Iraq û Suriyê lawaz bûye û dê dest ji cîhada xwe berde. DAÎŞ dest ji cîhadê bernade.

Di 29ê Nîsanê de vîdeoyek Ebubekîr Bexdadî hatibû belavkirin û di destê Bexdadî de, dosyeyek bi navê Wîlayeta Tirkiyê hebû.