Erdogan: Armanca me bi Rûsyayê re berhemanîna hevpar e

Serokomarê Tirkiyê dibêje, gelek givaş û fişar li wan hatin kirin, ku sîstemên S-400 ji Rûsyayê nekirin û da zanîn, ew armanca xwe pêştir jî dibin û hewl didin, bi Rûsyayê re, vê sîstemê berhem bîn in.

K24- Hewlêr

Receb Tayîb Erdogan - serokomarê Tirkiyê , got: Di warê aborî, ewlekarî, pîşesaziya parastinê û siyaseta derve de gavên ku welatê me pêş ve bibe davêjin. Niha me dest bi wergirtina sîstemên S-400ên xwe kir. Gotin nikarin bikirin, gotin nikarin li deverekê bicîh bikin. Gotin kirîna we şaşe. Îro firokeya heştemîn jî hat û barê xwe danî.

Herweha got: Hêvî dikim, Nîsana 2020 emê xala dawiyê deynin. Bi vê gavê, di warê sîstemên parastina asîmanî de li cîhanê dikevin nav çend welatan bihêz. Niha armanca me bi Rûsyayê re berhemanîna hevpar e.