HDP bo Parlamentoya Tirkiyê: Gavek zûtir çêkirina destûra nû bîn e rojevê
HDP bang li Parlamentoya Tirkiyê dike, ku gavek zûtir çêkirina destûra nû bîn e rojevê. Di serî de, pirsa Kurd, û çareseriya hemû pirsên sereke werin gotubêjkirin. Cîgirê Serokê Koma HDPê li Parlamentoya Tirkiyê dibêje, divê Tirkiye ji derbeyên leşkerî û sivîl were rizgarkirin.
K24- Hewlêr

Saruhan Oluç - cîgirê serokê koma HDP li parlamentoya Tirkiyê, got: Jiber salvegera sêyemîn ya hewldana derbeya serbazî ya 15'ê Tîrmehê, careke din dixwazim bêjim, êdî em welatê xwe ji derbeyên leşkerî û sivîl rizgar bikin. Rêya vê jî, destpêkirina gotubêjên liser destûra demokratîk e.
Got jî: Di proseya gotubêjkirina destûra demokratîk de, di serî de pirsa Kurdî divê çareseriya hemû pirsan were rojevê û bi rêyên lihevhatin û aştiyê bên çareserkirin. Divê dawî li pêşbiryarên dîrokî, tirsa demokrasî û hêrsa desthilatê were. Pêwîste, em rêya gihîştina welatê hevpar û komara demokratîk hev re bibînin.