Soylu: Hezar penaberên Sûrî hatine destserkirin

Hikûmeta Tirkiyeyê eşkere dike, ew penaberên Sûrî yên neyasayî rêdikin kampên Tirkiyê yên vala.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Tirkiyeyê eşkere dike, ew penaberên Sûrî yên neyasayî rêdikin kampên Tirkiyê yên vala.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand, pirsgirêka wan bi penaberên ku îqameya wan li bajarekî din a Tirkiyê ye lê li Stenbolê dijîn e.

Da zanîn, wan heta niha li Stenbolê 6 hezar û 122 penaber desteser kirine û ji wan hezar kes penaberên Sûrî ne û 2 hezar û 600ê wan jî Afgan in. Penaberên ku navê wan li lîsteya penaberan nehatiye tomarkirin û neyasayî ne desteser dikin û berê wan didin kampên vala.

Soylu da zanîn, li Stenbolê milyonek penaberên yasayî hene û 547 hezar ji wan Sûrî ne.

Parêzgeriya Stenbolê jî ragihandibû, ji bo ku penaberên Sûrî yên bê nasname ji bajarê wan derkevin, heta 20ê Tebaxê,molet daye.

 

S. B