Tirkiye: Em ji pêşniyara herêma ewle ya Amerika ne razî ne!
Hikûmeta Tirkiyê radighîne: Ew ji pêşniyara Amerîkayê ya ji bo avakirina herêma ewle nerazî ne
K24 – Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Tirkiyê radighîne: Ew ji pêşniyara Amerîkayê ya ji bo avakirina herêma ewle nerazî ne.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlût Çavuşoglu dibêje: Amerîka li ser avakirina herêma ewle ya li bakurê Suriyê, Tirkiyê mijûl dike û pêşniyara Amerîkayê ne di wê astê de ye, ko Tirkiye pê razî bibe.
Çavuşoglu li dijî YPGyê gefa operasyonê jî dixwe û dide zanîn, ko ger ew bi Amerîkayê re negihijin rêkeftinekê, dê dijî YPGyê çi pêwîst be bikin û li ser vê jî rijd in.
Çavuşoglu diyar dike:
“Pêşniyara nû ya Amerîkayê ne di wê astê de ye ko em pê razî bibin. Amerîka dixwaze biçe pêvajoyekê wekî pêvajoya Menbiçê û me mijûl dike. Li ser herêma ewle hin nêrînên nû yên Amerîkayê hene. Ka, dê kî di herêma ewle de hebe û kî nebe? Nêrînên nû yên wekî çavderiya hevbeş a leşkeran û hwd.
Lê ji bo me 3 mijar girîng û hestyar in. Berfirehiya herêma ewle û derxistina YPGyê ji wê herêmê û herwiha dê kî kontrola herêma ewle bike? Li ser van her 3 mijaran heta niha em negihiştin çi rêkeftinekê. Me pêştir biryara operasyonê hebû, lê li ser daxwaza Trump me operasyona xwe rawestand. Êdî sebra me nema û gef zêdetir dibin. Ger em bi Amerîkayê re lihev nekin, çi pêwîst be, em dê bikin.
C.B