Li Stenbolê dersînorkirina penaberên Sûriyê hat şermezarkirin
Piştî ragihandina biryara dersînorkirina koçberên netomarkirî ya ku ji hêla hikûmeta Tirkiyêve hatibû dayîn li Stenbolê hin saziyên sivîl xwestin vê biryarê bi daxuyaniyeke çapemeniyê şermezar bikin lê dema daxuyaniyê komekê bi dirûşmeyên nîjadperestî êrîş bir ser nûnerên saziyên sivîl. Hêzên ewlekariyê ket navbera her du aliyan û gelek kesan desteser kirin.
K24- Stenbolê

Li Stenbolê gelek sazî û dezgehên sivîl, ji bo şermezarkirina biryara dersînorkirina koçberên Sûrî yên netomarkirî ku ji hêla hikûmeta Tirkiyê ve hatibû dayîn li hev kom bûn.
Nûnerên saziyê dema dest bi axaftinê kirin hin kes bi sloganên nîjadperestî nerazîbûna xwe nîşanî wan dan û dûv re di navbera her du aliyan de rageşî rû da.
Hejmareke zêde polês ket her du aliyan û hinek kesan desteser kirin.
Ridvan Kaya-serokê Komeleya Ozgur-Der, got: Guhertina cîhê koçberan yan jî dersînorkirina wan şaş e, çare nîn e û kêşeya penaberan hîn zêdetir dike. Ew kesên dibêjin bila yên Sûrî biçin welatê xwe faşist in û ne mirov in. Bila rayedarên Tirkiyê ku 8 sal xwedî li penaberan derketiye nekeve ber bayê çend çete û nîjadperestan.
Kesên ji bo piştgiriya koçber û penaberan li hev civiyabûn, bi dirûşmeyên bratî û pêkvejiyanê nerazîbûna xwe nîşanî komên êrîşkar da.
Muhammed Şerefoğlu-çalakvanê piştgirê penaberan, dibêje: Nîjadperestî nexweşiyek mezin e ku nayê dermankirin mixabin. Penaber ji şer û zilmê reviyan hatine xwe spartine Tirkiyê divê em li wan xwedî derkevin bila neşînin çimkî li welatê wan şer heye.
Parêzgeriya Stenbolê heta 20ê Tebaxê mûhlet daye koçberên qeçax da ku bajêr biterikin. Li gor amarên saziyên sivîl li Stenbolê nêzî 300 hezar koçberên Sûrî yên netomarkirî hene.