Karvedanên Siyasî û aborî yên di egera operasyoneke ser BakureSuriye de
Piştî hevdîtinên di navbera Tirkiyeyê û Emerîkayê de niha operasyonekî ser bakûrê Sûriyeyê ya bêyî Emerîkayê de di rojeva Tirkiyeyê de ye. Serokkomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan daxuyand ku ew " ji bo her cure operasyonekê em destûrê ji tu kesan wernagrin". Pisporên siyasî maje dikin Tirkiye dikare operasyonekî bike û ew heqê wê ye. Pipsorê aboriyê jî dibeje ger operasyon ne demkî be û mayîn de bibe wê gavê dê qeyranekî aboriyê xwe bide der.
K24-Enqere
Piştî hevdîtinên di navbera Tirkiyeyê û Emerîkayê de niha operasyonekî ser bakûrê Sûriyeyê ya bêyî Emerîkayê de di rojeva Tirkiyeyê de ye. Serokkomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan daxuyand ku ew " ji bo her cure operasyonekê em destûrê ji tu kesan wernagrin". Pisporên siyasî maje dikin Tirkiye dikare operasyonekî bike û ew heqê wê ye. Pipsorê aboriyê jî dibeje ger operasyon ne demkî be û mayîn de bibe wê gavê dê qeyranekî aboriyê xwe bide der.
Gengeşiyên li Sûriyê ser avakirina navçeya aram û egera operasyonekî ser Rojhilatê Çemê Feratê didiomin. Piştî hevdîtinên di navbera Tirkiyeyê û Emerîkayê de daxuyaniyên Serokkomarê Tirkiyeyê dîsa egera operasyonekî ser Rojhilatê Çemê Feratê anî rojevê. Serokkamar Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku wan xwe ji bo operasyoneke serbazî li dijî YPGê û bo ser herêmên Minbic û bakûrê Sûriyê amade kiriye û got: " ji bo her cure operasyonekê em destûrê ji tu kesan wernagrin."
Pisporê têkiliyên navneteweyî Ahmet Uysal derbarê van daxuyaniyan de amaje dike, Emerîkayê sozên xwe yên berê negirtine û li gor rêkeftina Minbîcê tevnegeriya ye. Uysal dibêje ji ber vê yekê ger Emerîka û Tirkiye demildest lihev nekin Tirkiye dikare operasyonekê ser bakûrê Sûriyeyê bike.
Ahmet Uysal - pisporê têkiliyên navneteweyî, dibêje: "Tirkiye dikare operasyoneke wisa bike, rastî dê Tirkiye li Minbicê ev operasyon kiriba piştre hevdîtin hatin kirin ku bi Emerîkayê re operasyoneke hevpar bikin. Emerîkayê helwesteke cidî nîşan neda û taktîka mijûlkirinê bi kar anî. Sebra Tirkiyeyê jî nemaye û ji bo ewlehiya sînorê xwe, naxwaze hebûna YPGê û PKKê li wir hebe. Di operasyoneke bêyî Emerîka de jî dîsa dê gefan li Tirkiyeyê bixwûn, dibe ku li Ewropayê fişara raya giştî çêbibe lê bawer nakim ku gemaroyên taybet bo Tirkiyeyê bên sepandin û dê Tirkiyê bibiryarî tevbigere."
Serokê Komeleya Peyamnerên Aboriyê Turgay Tûrker jî dibêje Tirkiye ji ber fikarên xwe yên ewlehiyê dixwaze operasyonê bike û dê ev yek bandorekî neyinî ser aboriya Tirkiyeyê bike. Turker dibêje ger operasyonekî demkî be,karê xwe bike û derkeve dê bandorekî zêde ser aboriyê neke lê ger li wir mayînde bibe wê gavê rewş diguhere
Turgay Turker - serokê Komeleya Peyamnêrên Aboriyê yên Tirkiye, dibêje: " Malîyeta her operasyonê ya aborî heye û ya girîng jî ewe ku bê hûn dê leçûnên vê operasyonê ji çi derxînin û dê operasyon çiqasî berdewam be. Helbet operasyon bi xwe re bargiraniyekî aboriyê jî tîne. Lê Tirkiyeyê ji aliyekî ve bi şens e. Berê her tişt ji derve dikirî lê niha taybetî jî warê
parastinê de xwe pêşxistiye û hilberîne dike. Ger tenê operasyon çêbibe û ji Sûriye bê derketin pirsgirêk nîne lê ger Tirkiye bibêje ezê wir birêve bibim û li wir mayînde bibe wê demê êdî qeyranek aboriyê derkeve û hemû hevsengiyên diplomatik yên ser maseyê dê bên guhertin."
Herwiha navbera 22 û 24ê Tirmehê di serdana Nûnerê Taybet yê Emerîka bo Sûriyê James Jeffrey ya bo Tirkiyeyê de lihevkirinek pêk nehatibû û egera operasyoneke bêyî Emerîkayê hate rojevê. Pisporê aboriyê dibêjin ger operasyonekî demdirêj çêbibe, ya divê Tirkiyeyê ji derve alîkariya aborî werbigre ku di vê heyamê de mimkun xuya nake yan jî dê bacayan zêde bike û zemên nû karîger bike.