CHP: Rapora pirsa Kurd nû dikin
Partiya Gel a Komarê CHP rapora xwe ya di derbarê pirsa Kurd de nû dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Partiya Gel a Komarê CHP rapora xwe ya di derbarê pirsa Kurd de nû dike.
Serokê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu dibêje, pêş çend salan wan rapora xwe bi 22 pirs û 22 bersivan nû kiribû. Ew dê careke din pêdeçûnek li ser raporê bikin û li gor bûyer û pêşhateyan rapora xwe nû bikin.
CHP di sala 1989an de ji bo çarserkirina pirsa Kurd raporek amade kiribû. Rapor li dijî qedexekirina mafê zimanê dayikê derdiket û ji aliyê pîşesazî û aboriyê ve banga geşedankirina bakurê Kurdistanê dikir.
C.B