Serokê Herêma Kurdistanê serxweşiyê li Şahê Suudiye kir

Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê di peyameke serxweşiyê da ji bo Şah Selman Bin Abdulezîz Al Seûd Şahê Erebîstana Seûdiye, bi boneya koça dawî ya Mîr Bender Bin Abdulezîz Al Seûdê birayê wî, pirse û serxweşiyê li wan û malbata wan ya rêzdar û gelê Erebîstana Seûdiye kir.

K24- Hewlêr

Di peyama xwe da Serokê Herêma Kurdistanê ji bilî derbirîna hevsozî û hevxemiyê, hêvî ji xudayê mezin xwazt  xwedê jêrazî bi beheşta xwe şad bike û sebir û hedarê jî bide Şahê Erebîstana Seûdiye.