Îraq: Piştîvanîya Suriyê dikîn di danûstandinên Astana de

Balyozê Iraqê li Moskow Heyder Mensûr, ku di heman demê de Serokê Şand a Iraqê ye, ji bo danûstandinên Astanayê, ji Kurdistan 24 re ragihand, ku wan xwest, wekî çavdêr li danûstandinên Astanayê yên di derbarê Sûriyê de beşdar bin û piştevaniya xwe ji hikumeta Sûriyê re, di rûbirûbûn a terorê de nîşan bidin. Got jî, ew dê digel şandên beşdar li Astanayê bicivin, ji bo piştevaniya vegera Sûriyê ji bo Komkara Erebî.

K24- Hewlêr

Heyder Mensûr got: hebûna me di van civînan de bo piştîvanîkirina hikumegta Suriyê ye dakû aramî bo wî welatî vegere, ev nerîna hikumeta Îraqê ye.

Herweha got: Em piştîvanîya vegerana Suriyê bo nav Komkara Erebî dikîn û evan mijaran jî li gel şandên pişikdar gotûbêj dikîn.

Heyder Mensûr got: Aramîya Suriyê Bo Îraqê giringe û dijmênê me herdûyan yeke ew jî terore û niha li Suriyê teror di qonaxa xwe ya dawîyê de ye û giringe em bi hev re kar bikîn bi rê ya navenda ewlehîyê li Bexdayê ku Rusya, Îran, Îraq û Suriye têde endamin.