Tirkiye: Eger Em û Amerîkayê rêk nekevîn, herêma ewle dê ava bikin û rê nadin ew me mijûl bikin

Hikûmeta Tirkiyeyê radigihîne: Pêşniyarên Amerîkayê ya bo herêma ewle têra Tirkiyeyê nake û pêwîst e Amerîka pêşniyazên nû pêşkeş bike.

K24-Hewlêr

Hikûmeta Tirkiyeyê radigihîne: Pêşniyarên Amerîkayê ya  bo herêma ewle têra Tirkiyeyê nake û pêwîst e Amerîka pêşniyazên nû pêşkeş bike.

Berdevkê Wezareta Derve yê Tirkiyeyê, Hamî Aksoy got: Heta niha me bi Amerîkayê re lihev nekirîye. Ger em bi Amerîkayê re li ser  herêma ewle rêk nekevin, emê ava bikin. Em qebûl nakin û rê nadin Amerîka me mijûl bike. 

Berdevkê Wezareta Derve yê Tirkiyeyê Hamî Aksoy eşkere kir, Hefteya dahatû di derbarê avakirina herêma ewle ya li bakurê Suriyeyê de şandeyeke Amerîkayê dê careke din serdana Tirkiyeyê bike. Divê şandeya Amerîkayê bi pêşniyazên nû were û pêşniyazên Amerîkayê yên berê têra Tirkiyeyê nake.

Hamî Aksoy dibêje: Divê kûrahiya herêma ewle 32 kîlometr be û kontrola wê jî di destê Tirkiyeyê de be. Herwiha divê YPG ji herêma ewle were derxistin.