Erdogan: Em dê bikevîn Rojhelata Feratê

Serokomarê Tirkiyê dibêje: Ew li dijî Rojhelata Feratê operasyonê dê encam bidin û derbarê vê yekê jî, agahî dayîne Rûsya û Amerîkayê. Xuya jî kir, heya ji derveyî sînor gef li ser wan hebe, êriş hebe ew bêdeng namînin li hember wan gefan.

K24- Hewlêr

Serokomarê Tirkiyê, Receb Teyîb Erdogan, got: " Dema me hewl da di nav axa Sûriyê de, rê li pêşîya gefên li ser welatê xwe bigrîn, gotin nekevin navenda bajarê Efrînê. Me guh neda, em ketin Efrînê, Em ketîn Cerablûs û Elbabê.

Herweha got: Niha jî em dê bikevîn Rojhelata Feratê. Belê, me ji Rûsyayê û Amerîkayê re jî gotiye. Heta ji wan deveran êriş li  ser me hebe, em nikarin hember wan bêdeng bimînin. Sebra me ne bêsînor e. Dawiya sebra me heye.