Li Tirkiye, 244 koçberên hatin binçavkirin
Li Tirkiye, 244 koçberên ku bi rêyên neyasayî derbasî Tirkiyê bûne û xwestin derbasî welatên Ewropa bibin hatin binçavkirin.
K24- Hewlêr
Li Tirkiye, 244 koçberên ku bi rêyên neyasayî derbasî Tirkiyê bûne û xwestin derbasî welatên Ewropa bibin hatin binçavkirin.
Hêzên ewlekariya Tirkiyê, li Beravên Tirkiyê bajarên Îzmîr û Çanakaleyê, 200 koçberên ku xwestin bi awayeke neyasayî derbasî giravên Yunanistanê bibin hatin desteserkirin. Li gor agahiyan piraniya penaberên hatine desteserkirin welatiyên Sûriyê û Filîstînê ne.
Li bajarên Wan û Erzincanê yên Bakurê Kurdistanê jî 44 koçber hatin desteserkirin ku di ser Îranê re derbas bûne û welatiyên Efxanistan û Pakistanê ne.
Penaber, bo dersînorkirinê radestî Daîreya Koç û Koçberan ya Tirkiyê hatin kirin.