Nerîna aliyan li ser danustandinên Astanayê
Nûnerê ENKS yê dinav opozîsyona Suriyê de Ebdullah Gedo li ser gera sêzdemîn ya danûstandinên Astanayê ragihand herçiqes bi fermî di wê civînê de ne beşdar bin jî ew li her cihê ku derbarê rewşa Suriyê de biryar tê sitandin dê amade bin da ku hem mafê Kurdan hem jî mafê xelkê Suriyê bê parastin. Rêveberê platforma piştevaniya gelê Suriyeyê Xalit xoce jî ragihand Rusya danûstandinên Astanayê ji bo ku zêdetir erdê Suriyê bike bin kontrola xwe bikartîne.
K24- Stenbol
Nûnerê ENKS yê dinav opozîsyona Suriyê de Ebdullah Gedo li ser gera sêzdemîn ya danûstandinên Astanayê ragihand herçiqes bi fermî di wê civînê de ne beşdar bin jî ew li her cihê ku derbarê rewşa Suriyê de biryar tê sitandin dê amade bin da ku hem mafê Kurdan hem jî mafê xelkê Suriyê bê parastin. Rêveberê platforma piştevaniya gelê Suriyeyê Xalit xoce jî ragihand Rusya danûstandinên Astanayê ji bo ku zêdetir erdê Suriyê bike bin kontrola xwe bikartîne.
Piştî gera sêzdemîn ya danûstandinên astanayê dinavbera Rusya Tirkiyê û Îranê de derbarê rewşa Idlibê,Rewşa ,Rojavayê Kurdistanê û destûra nû ya Suriyeyê de hinek biryarên hevbeş hatin sitandin .Piştî van danûstandinan jî dinav aliyên Opozîsyona Suriyê û pisporan de jî ev biryarên ku dinavbera van her sê welatan de hatîn sitandin bûne yek ji mijarên sereke. Li ser danûstandinên Astanayê û biryarên ku hatîn sitandin nûnerê ENKS yê dinav opzîsyona suriyê de Ebdullah Gedo ragihand ji bo bidestxistina mafê Kurdan û xelkê Suriyê ew hewl didin li gel hemî aliyan danûstandinan bikin û ji bo wê jî li her cihê ku derbarê rewşa Suriyê de biryar bê sitandin ew dê beşdar bibin da ku çareseriyek bingehin ji rewşa wan re bê dîtin.
Ebdulah Gedo- nûnerê ENKSÊ di nav opozîsyona Surîyê de, got:''Divê Kurd û xelkê Suriyê bi hevre li her cihê ku rewşa Kurdan lê bê axaftin divê em beşdar bin ,çavdêr bin û divê em bîra xelkê ,divê em bikarin zext û fişara xwe bikin.Dema ku em diçin Astanayê jî ne ku me ji her tiştan re gotiye erê,emê li Astana hazir bin û emê li wêderê ji hemû aliyan re bejin ji Rusan re ,ji tirkan re , ji îraniyan re çi zext û neheqiya li gelê me dibe emê bejin û emê doz li wan bikin çareseriyek ji doza me û tengasiya ku em tê re derbas dibin bê dîtin.''
Rêveberê platforma piştevaniya gelê Suriyeyê Xalit xoce jî ragihand piştî her danûstandinên Astanayê Rusyayê êrîşên xwe li Suriyê zêdetir kiriye û Rusya dixwaze bi rêya van danûstandinan hêza xwe li suriyê zêdetir bike da ku zêdetir erdê suriyê bike bin kontrola xwe. Xalid xoce herwiha diyar kir heta ku Amerîka û Rusyayê lihevnekin li Suriyê demekê zû de çareseriyek nayê dîtin.
Xalid Xoce-rêveberê Platforma Piştevaniya Gelê Suriyê, dibêje:''Rusya her cara ku li Suriyê ji aliye leşkeri ve asê dimîne ,destbi danûstandinên Astanayê dike.Ev jî tê wê maneyê Rusya dixwazê bi rêya van danûstandinan hêza xwe li ser erda Suriyê zêdetir bike û destbi kontrol kirina cihên ku ne di deste wêde ye bike..Ji ber wê jî êdî gelek aliyên Suriyê li dijî danûstandinên Astanayê ne.Niha lîstika herî mezin dinavbera Amerîka û Rusyayê de tê lîstin. Çi li danûstandinên Astanayê be ,çi li danûstandinên Cenevê be heta ku Amerîka û Rusyayê lihev nekin çareseriyek ji bo şerê Suriyê nayê dîtin.''
Li gel gera 13 mîn ya danûstandinên Astanayê hê jî li Suriyê şerê navxweyî berdewam e û li gor hin pisporan ji ber ku gelek welat ketina nav şerê Suriye yê lihev kirina van aliyan jî dê zehmet be lewma dibe ku ev şerê dûr û dirêj hê jî berdewam bike.