HDP bo çareseriya pirsgireka Kurd bang li opozisyonê dike
Partiya Demokratîk a Gelan HDP li Diyarbekirê bi civîneke çapemeniyê bang kir ku bo çareseriya pirsgirêka Kurd êdî partiyên opozîsyonê jî berpirsiyariyê werbigrin ser milên xwe. Partiya Opozîsyona Sereke Ya Tirkiyeyê CHP jî dibêje ew ji bo çareseriyê amade ne.
K24-Amed
Partiya Demokratîk a Gelan HDP li Diyarbekirê bi civîneke çapemeniyê bang kir ku bo çareseriya pirsgirêka Kurd êdî partiyên opozîsyonê jî berpirsiyariyê werbigrin ser milên xwe. Partiya Opozîsyona Sereke Ya Tirkiyeyê CHP jî dibêje ew ji bo çareseriyê amade ne.
Partiya Demokratîk a Gelan HDP li Diyarbekirê bi tevlîbûna parlementer, hevgirtî û hevserokên şaredariyan bi civîneke çapemeniyê bang kir ku bo çareseriya pirsgirêka Kurd êdî partiyên opozîsyonê jî berpirsiyariyê werbigrin. Hevserokê HDP Sezaî Temellî di civîna çapemeniyê de amaje kir ku çavkaniya pirsgirêkên Tirkiyeyê niha partiya desthilatdar e; lê bo çareseriyê jî dîsa muhattap Ak Partî ye û bag li partiyên opozîsyonê kir ku bo çareseriya pirsgirêka Kurd xebatan bikin. Parlementerê HDPê yê Diyarbekir Îmam Taşçier anî zimên ku divê êdî partiyên opozîsyonê jî tevlî pêvajoyên çareseriyê bibin.
Îmam Taşçier- parlementerê HDPê yê Diyarbekir, got:"Bo çareseriya pirsgirêka Kurd berê jî gav hatin avêtin lê wê demê partiya desthilatdar tenê bû û bi tenê gav were avêtin ev yek bi ser nakeve. Me ev dît. Ew jî xeletiyek bû. Em dixwazin partiyên muhalefete jî deste xwe têxin bin kevir. Ji xwe çareseriyek çêbibe divê dewlet û desthilat tê de hebin; lê divê muhalefet jî tê de hebe."
Partiya Demokratîk a Gelan HDP dibêje ew bi serî de bang li CHPê dikin ku berpirsiyariyê werbigre. CHP jî derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd de dibêje wan Raporta Kurd nû kiri ye û amade ne bo çareseriyê bixebitin. Yek ji siyasetmedarên CHPê Şêhmus Daghan dibêje CHP dixwaze di pêvajoyek nû de cih bigire û amade ye Raporta Kurd li gel parrtiya desthilatdar û HDPê gotubêj bike.
Şehmus Daghan- Serokê CHPê yê berê yê Şaxa Diyarbekir, dibêje:"CHP cih digire. CHP berê jî tê de hebû. Negotiye ez cih nagirim. Bes wê demê jî CHP gotiye divê çareserî di bin banê parlementoyê de were dîtin. CHP wê demê jî amade bû û niha jî amade ye. Ji ber ku ev mesele ya tevahiya Tirkiyeyê. Heta pirsa Kurd çareser nebe aborî jî dê iha be û siyaset jî dê wiha be. Her tişt girêdayî çareseriya pirsgirêka Kurd e."
Partiya Demkratîk a Gelan HDP di civîna çapemeniyê ya bangewaziya çareseriya lezgîn de bang li partiyên nav parlamentoyê û partiyên derveyî parlementoyê û rêxistinên sivîl ên civakî jî kir ku bo çareseriyê helwesta xwe nîşan bidin. HDPê bang li desthilatdariya Tirkiyeyê jî kir ku ji dêvla polîtîkayên tund ên ewlekariyê serî li rêya diyalog û demokrasiye bide.