Li kolanên Stenbolê ji bo zarokan nanê bi ava bacana hate belavkirin

Şaredariya Beşîktaşê ya Stenbolê, di çerçovoya çalakiya bi navê "Mehê rojekê kolan ya me" de kolanekê ji trafîkê re digre û ji bo zarokan çalakiyan li dar dixe. Di vê çarçoveyê de gellek çalakî têne lidarxistin ku listivanên navdar yên salên 80 û 90'i jî têde cih digrin. Bala mirovên kal û pîr dimênên komîk derdixe holê.

K24- Stenbol

Şaredariya Beşîktaşê ya Stenbolê, di çerçovoya çalakiya bi navê "Mehê rojekê kolan ya me" de kolanekê ji trafîkê re digre û ji bo zarokan çalakiyan li dar dixe. Di vê çarçoveyê de gellek çalakî têne lidarxistin ku listivanên navdar yên salên 80 û 90'i jî têde cih digrin. Bala mirovên kal û pîr dimênên komîk derdixe holê.

Komaleya Kolan ya Me ye bi hevkariya Şaredariya Beşîktaşê ji bo vejîna çanda kolanê, hatûçûneke peyayan esas digre û kolanên ku mirov tê de karibe bijî çalakiya bi navê "Mehê rojekê kolan ya me" saz kir. Li txa Turkaiya navçeya Beşiktaşê li kolana Gazi Refik, zarokan li kolanên ku wesayît lê nebûn bi dilê xwe çalakî lidarxistin û kêf kirin. Çalakiyê bi qasî zarokan bala mezinan jî kişand. Bi taybetî çalakiya tahma salên 90î nanê bi ava bacanê ji zarokan bêhtir bala mezinan kişand. Seroka Komaleya Kolan ya Me ye Arzu Erturan, diyar kir, aramanca çalakiya ku her meh li dar dixin ev e ku mehê rojekê be jî zarok bikaribin birihetî bilîzin.

Arzu Ertuna - seroka Komelaya Kolana ya Me ye, dibêje:"Armanca me ev e ku ji bo zarokan kolaneke bê wesayît û ewle ava bikin da ku karibin bi awayekî rehet bilîzin. Her meh em kolanekê li hatûçûna wesayîtan digrin û ji bo zarokan qadên lîstikê ava dikin. Piştî her çalakiyê hemwelatî daxwaza berdewamiya çalakiyan dikin. Zarok bi rastî jî bextewar in ji bo ku ev çalakî têne lidarxistin.

Di çarçoveya çalakiya ji bo balkişandina kêşeyên hatûçûnê û bandora vê keşeyê ya li ser kolan û çanda kolanê, nanê bi ava bacanan ji bo zarokan hat belavkirin. Lê vê yekê ji zarokan bêhtir bala mezinan kişand.

Volkan Altinok - berpirsê Navenda Ciwanan ya Şaredariya Beşîktaşê, got:"Ji roja me dest bi vê çalakiyê kiriye,gellek kesan destxweşî li me kiriye. Em zarokan ji qompîter û tabletan dûr dixin; wan dikşînin kolanê û weke wextên berê lîstikan didin lîstin. Û zarok pir kêfxweş dibin li vir. Me xwest zarok jî bi wê tahma nanê bi ava bacananan bizanibe. Lê ji zaroka bêhtir mezinan eleqeyeke mezin nîşan da."

Di dema van çalakiyan de li kolanê aqtîvîteyên weke atolyeyên hûnerê yên cûrbecûr, guhdariya muzîkê, lîstikên kolanê, şano, geşt û atolyeyên nîgariyê bo zarokan wê bêne lidarxistin. Beşîktaşî jî ji ber vê çalakiya ku hatûçûna wesayîtan hatiye qedexekirin rojeke xweş û bi dilê xwe derbaskirin.