Bertekên li dijî hewla operasyona Tirkiyeyê ya li ser Rojava

Tirkiye ji bo operasyonek li hember Rojavayê Kurdistanê, roj bi roj hêzên zêdetir dişîn e ser sînor, lêbelê hîn jî, hevdîtinên di navbeyna Tirkiye û Amerîkayê de, encamên bi dilê Tirkiyê nedan e. Ligel vê yekê, HDP û rêxistinên bakurê Kurdistanê, li dijî operasyona Tirkiyê derdikevin û dibêjin, ku korîdora aştiyê bi şer pêk nayê. Li gorî nirxandina rêveberên HDP'ê û rêxistinên civaka sivîl; armanca operasyona Tirkiyê, têkbirina destkeftiyên Kurdan e.

K24-Amed

Tirkiye ji bo operasyonek li hember Rojavayê Kurdistanê, roj bi roj hêzên zêdetir dişîn e ser sînor, lêbelê hîn jî, hevdîtinên di navbeyna Tirkiye û Amerîkayê de, encamên bi dilê Tirkiyê nedan e.  Ligel vê yekê, HDP û rêxistinên bakurê Kurdistanê, li dijî operasyona Tirkiyê derdikevin û dibêjin, ku korîdora aştiyê bi şer pêk nayê. Li gorî nirxandina rêveberên HDP'ê û rêxistinên civaka sivîl; armanca operasyona Tirkiyê, têkbirina destkeftiyên Kurdan e.

Tirkiyê bi mehan e hêzeke mezin a serbazî li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê bi cih dike û gefa destpêkirina êrîşê li ser rojhilatê Feradê dixwe. Lê belê helwesta Tirkiyeyê ya li hember Rojavayê Kurdistanê ji aliyê HDP'ê û rêxistinên civaka sivîl ve tên rexnekirin. Li gorî nirxandina Hevserokê HDP'ê ya Şaxa Diyarbekirê Zeyad Ceylan; Rojava tu car ji bo Tirkiyeyê nebûye gef lê armanca Tirkiyeyê tunekirina destkeftiyên Kurdan e. Ceylan dibêje;  Tirkiye dixwaze bi gefa penaberan, Kurdan ji erdnîgariya wan derxe.

Zeyad Ceylan - hevserokê HDP ya Şaxa Diyarbekirê, dibêje:"Şerê ku tê xwestin li ser Rojava endam bidin şerê nenaskirina Kurdan e.  Gelo çi karê we li koridora li derveyê welatê we heye? Jixwe ew der herêmeke aram û aştiyane ye; niha li wir şer tune ye. Ne rast e ku ji Rojava gule li hemberî Tirkiyeyê tên avêtin."

Rayedarên Tirkiyeyê di gotarên xwe de amaje dikin ku ji ber ewlehiya sînorên xwe, dê operasyonekê li ser rojhilatê Feradê encam bide lê belê ev mijar di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de bûye sedema nîqaşan. Tirkiye, Amerîkayê ji ber piştgiriya ji bo HSD'ê rexne dike lê Amerîka jî di daxuyaniyên xwe de radigihîne ku encamdana operasyona Tirkiyeyê qebûl nakin. Rêveberê Komeleya 78'an a Diyarbekirê Şêxmûs Doku amaje dike ku jixwe Tirkiye sînorê Rojava bi têl, mîn û dîwaran diparêze û ne pêkan e ku Rojava ji bo Tirkiyeyê  bibe gef.

Şêxmûs Doku - rêveberê Komeleya 78'ê, got:"Heger ev plana Tirkiyeyê bi şêwazekî serkeftî encam bide dê wê demê hemû destkeftiyên Kurdan di xetereyeke mezin de bin. Em dibêjin, plan ne planekî şer a ku li hemberî hêzekê ye;  plan bi tevahî destkeftiyê hemû Kurdan hedef digire."

Hevdîtinên di navbera Tirkiye û Amerîkayê de hîn didomin.  Rayedarên Amerîkayê  ji ber têkoşîna Hêzên Sûriya Demokratîk HSD'ê ya li hemberî DAÎŞ'ê piştgiriya xwe ji bo HSD'ê didomîne lê Tirkiye ji vê yekê dilgiran e û dibêje, hevalabendê Amerîkayê yê NATO'yê Tirkiyeyê; ne HSD ye. Partiyên wekî HDP'ê û saziyên civakî yên sivîl naxwazin ku Amerîka rê bide operasyona Tirkiyeyê û bang li rêveberên Tirkiyeyê jî dikin ku dest ji amadekariyên operasyonê berde û bi Kurdan re di nav dan û stendinên aştiyane de be.