Çarenivîsa hevdîtinên Amerîka û Tirkiyeyê

Tirkiye aliyekê gefan li ser rojavayê Kurdistanê dixwe, li aliyek jî, bi Amerîkayê re, ji bo ku liser sînorê Sûriyê deverek ewle ava bike hevdîtinên krîtîk pêk tîn e. Heta niha du hevdîtin di navbera her du welatan de hatine kirin, lê encamek erênî derneketiye.

K24- Enqare

Tirkiye aliyekê gefan li ser rojavayê Kurdistanê dixwe, li aliyek jî, bi Amerîkayê re, ji bo ku liser sînorê Sûriyê deverek ewle ava bike hevdîtinên krîtîk pêk tîn e. Heta niha du hevdîtin di navbera her du welatan de hatine kirin, lê encamek erênî derneketiye.

Ev mijar di nav pisporên Tirkiyê de jî, bûye mijarek serek e. Hin pispor dibêjin, hevdîtinên tên kirin sergirêdanek e û teqez, Tirkiye dê bikeve Rojhilatê Çemê Firatê. Beramberî vê yekê, hin pispor jî dibêjin, Devera ku Amerîka, Brîtanya û Fransa lê heyî, hêsan nîn e ,ku operasyonek liser bê kirin.

Di heyama ku Tirkiye ji bo operasyoneke ser rojhelatê çemê Feratê amadekariyên berfireh dike di navbera Tirkiye û Amerîkayê de ji bo dewereke aram hevdîtin têne kirin. Şandeya Amerîkî li wezareta bervaniya Tirkiyê de cara duyem ji bo ku navçeya aram a li Rojavayê Kurdistanênîqaş bikin li paytexta Tirkiyê Enqerê bi rayedarên Tirkiyê re li hev rûniştin.Hevdîtinên ku ev du rojin berdewam dikin heta niha encamek erênî derneketiye û Tirkiye dibêje ger encamek dernekeve ewê teqez berê xwe bidin Rojhelatê Çemê Feratê û devera aram jî bi tena serê xwe ava bikin.

Ev mijar di nava pisporên Tirkiyê de jî rojeva sereke ye û nêrînên cuda xwe didin der.

Bi boçûna pisporê ewlehiyê yê Tirkiyê Murat Aslan Amerîka bi van hevdîtinan weke mijara Menbicê serê Tirkiyê girê dide lê Tirkiye dê bi teqezî berê xwe bide Rojhelatê Çemê Feratê.

Murat Aslan -pisporê ewlekariyê yê Tirkiyê, dibêje: Belê operasyonek teqez wê bê kirin, çi bi Amerîkayê re çi bêyî Amerîkayê. Di mijara minbicê de jî di navbera Tirkiye û Amerîkayê de hevdîtin hatin kirin û gelek soz hatin dayîn ji aliyê Amerîkayê ve lê belê tenê yek jî nehatiye cibicîkirin. Bi van hevdîtinên dawî jî Tirkiye dizane ku tu encamek dernakeve ji ber vê çendê teqez dê ev operasyona bo ser rojheletê çemê feratê bê lidarxistin. Tirkiye guh dê bixwe dewera aram ava bike û YPGê li ser sînorê Sûriyê dûrbixe.

Beramberî van nêrînan li gorî pisporê rojhilata Navîn Oytun Orhan ji rojhelatê çemê Feratê naşibe Efrînê ji ber ku li gel Amerîka hêzên hevpeymanî li wê derê ne û qontrola qada hewayî jî di destê hevpeymanê de ye loma wekî ku tê gotin operasyoneke berfireh pêk nayê.

Oytun Orhan - pisporê Rojhilata Navîn, got: Li Rojhelatê Feratê wekî tê zanîn ligel leşkerên Amerîkî, leşkerên Brîtanya û Fransayê jî hene. Qontirola qada hewayî jî di bin destê hêzên hevpeymaniyê de ye ku her piştevaniya YPG û HSDê dikin. ji ber vê çendê Tirkiye weke Efrîn û mertala Firatê nikare hêzên hewayî bikar bîne. Ji ber hebûna leşkerên biyanî jî nikare bi berfirehî tevbigere. Herwiha ger êrîşek li ser leşkerên Amerîkî bê kirin dê nabera Enqere û Washîngton jî aloztir bibe.

Di mijara dewera ewle de di 23ê Tîrmehê de nûnerê taybet yê Amerîkayêbo Sûryê James Jeffrey serdana Tirkiyê kiribû û bi rayedarên Tirkiyê re hevdîtin pêk anîbû. Lê belê di van hevdîtinan de encamek derneketibû. Ji ber ku Tirkiye dixwaze ku li ser sînorê Sûriyê dewereke aram ku 32 km kurahî û 400 km dirêjahiya wê heye bê avakirin û qontirol di destê Tirkiyê de be. Lê belê Amerîka vê daxwaza Tirkiyê qebûl nake û dibêje bila dewereke 15 km û di bin çavdêriya hêzên hevpeyman de bê avakirin.