Îsarîl: Îran her meh bi milyonan dolaran dide tevgera Hemas a Felestînê

Îsraîl radgehîne, Îran her meh 30 milyon dolar wek alîkarî dide tevgera Hemas a Felestînê.

K24- Hewlêr

Îsraîl radgehîne, Îran  her meh 30 milyon dolar wek alîkarî dide tevgera Hemas a Felestînê.

Çend çavkaniyekê Îsraîlê eşkere kirine ku li dawî civîna berpirsên tevgera Hemas digel rêberê bilind yê Îranê, Tehranê asta alîkariyên xwe ji bo Hemas bo 30 milyon dolar li mehekê de zêde kiriye.

Bi gotina Îsraîlê, di wê civînê de Elî Xamineyî daxwaz ji berpirsên Tevgera Hemas kiriye, zanyariyan derbarê karînên Îsrailê yên mûşekî kom bikin û radestî Îranê bikin.

Herweha berpirsên Hemas daxwaz ji Xamineyî kirine rûla navbênkariyê ji bo asayîkirina peywendiyên wê digel Serokê Sûriyê Beşar Esed bileyze.