Çiftyurek: Bila Serok Barzanî insiyatifa diyaloga Kurdistanî bide destpê kirin

Serokê Giştî yê Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP-Bakur) Sinan Çiftyurek ji K24 re diyarkir, ku Rojavayê Kurdistanê liser Tirkiye ne gef e

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Giştî yê Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP-Bakur) Sinan Çiftyurek ji K24 re diyarkir, ku Rojavayê Kurdistanê liser Tirkiye ne gef e.

Çiftyurek anî ziman, ku: “Tirkiye biqasî 100 hezar leşkeran liser sînorên rojavayê Kurdistanê bicîh kiriye û diyar dike – ew dixwaze navê Operasyona wekî “Korîdora Aştiyê” binav bike, ger sibe destpê bike, dê bêje – tevgera aştî! Tirkiye dibêje, me biryara xwe da ye, ku rojavayê Kurdistanê dagîr bikin. Lê, piştî daxûyaniya Wezîrê bergirî yê Amerika, gotina xwe sar kiriye, lê hewldanên Operasyonê jî didomîn e”.

Ligor Çiftyurek, daxwaza Tirkiye ne ewleyiya sînor e, lê ew daxwaza dagîrkirina rojavayê Kurdistanê ye. Bicîhkirina bi milyonan Ereb ên aware ji Sûriye li rojavayê Kurdistanê ye, ku bi vî awayî dixwaze Kemberek nû ya Erebî li rojavayê Kurdistanê pêkbîn e.

Çiftyurek got, ku wekî partiyên Kurdistanî dinav hewldanê de ne, ku Partiyên Kurdistanî li dijî şer, bangewaza xebata aştiyê li raya giştî ya demokrat li Tirkiye bikin.

Serokê Giştî yê KKP-Bakur daxwaz ji tevgera siyasî ya rojavayê Kurdistanê kir, ku nakokiyên di navbeyna xwe de çareser bikin. Bang jî kir, ku wekî Partiya Komunist a Kurdistanê Serok Mesûd Barzanî, wekî Serokê neteweyî yê Kurd bangî partiyên Kurdistanê bike, ku rêya diyalogê di navbeyna hêzên Kurdistanî de veke

 

 

Fly Erbil Advertisment