Civîna Amerîka û Tirkiye di derbarê herêma ewle de bidawî bû

Civîna şandên Amerîka û Tirkiye di derbarê herêma ewle de bidawî bû. Wezareta Bergirî ya Tirkiyê da xuyakirin, alî rêkeftin e, ku navendeke hemahengiya operasyonan were sazkirin û gumanên ewlekarî yên Tirkiyê neyên hîştin.

K24- Hewlêr

Civîna sê rojan ya şandên serbazî yên Amerîka û Tirkiyê bi dawî bûn. Wezareta Beravaniya Tirkiyê û Balyozxaneya Amerîka li Enqerê, xalên rêkeftinê eşkare kirin. Alî rêkeftin e ku, herêma ewle bo Tirkiyê bibe korîdora aştiyê û tu gumanên ewlekarî yên Tirkiyê nemîn in. Herweha navendeke hemahengiya operasyonan li Tirkiyê were damezrandin û alî bo vegera penaberên sûrî zêdetir kar bikin.

Civînên sê rojan yên şandên serbazî yên Amerîka û Tirkiyê yên piştî serdana James Jeffrey bi dawî bûn. Jeffrey, piştî hevdîtina li gel Wezîrê Berevanî û Peyvdarê Serokomarê Tirkiyê dabû xuyakirin, ew bi Tirkiyê re rê, derbarê çawaniya herêma ewle de rêk nekeftine.

Di civînên sê rojan de alî rêkeftin. Wezereta Berevaniya Tirkiyê û Balyozxaneya Amerîka li Enqereyê dan xuyakirin, wek xala yekemîn, alî rêkeftine ku herêma ewle, bo ewlekariya Tirkiyê bibe korîdoreke aştiyê û tu gumanên ewlekarî yên Tirkiyê nemînin.

Ya duyemîn, bo rêvebirina herêma ewle, bi beşdariya her du aliyan, navendeke hemahengiya operasyonan li Tirkiyê tê damezrandin.

wek xala sêyemîn jî, alî lihev hatine bo vegera penaberên Sûrî zêdetir kar were kirin ku desthilata Tirkiyê wek kêşeke mezin dibîne.

Di prosesa hevdîtinan de rayedarên Tirkiyê gefên mezin xwarin  û destnîşan kirin, eger bi Amerîkayê rêk nekevin, bi tenê xwe ewê operasyon encam bidin, lê Wezareta Berevaniya Amerîkayê da xuyakirin, ew tu carê rê nadin operasyoneke yek alî.

Girêdayî hevdîtinan re, Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê seferberî ragehand. Bo damûdezgehên hikûmî nivîsên hişyarî û amadekariyê hatin şandin.

Pispor destnîşan dikin, hemû zext û fişarên Tirkiyê di dema danûstandinan de ew bûn ku, daxwaz û mercên xwe bide qebûlkirin. Li gor rêkeftinê hin daxwaz hatine qebûlkirin, lê derbarê çawanî û kûrahiya herêma ewle de agahiyên zelal nînin. Tiştê yekalî bûye ev e ku, di demeke nêzîk de Tirkiye bi tenê operasyon encam nade.