Arteşa Tirkiyê hejmarek hêzên zêdetir şandin ser sînorê Suriyê
Arteşa Tirkiyê hejmarek leşkerên taybet û wesaîtên leşkerî rêkir ser sînorê Suriyê.
K24- Hewlêr
Arteşa Tirkiyê hejmarek leşkerên taybet û wesaîtên leşkerî rêkir ser sînorê Suriyê.
Heft wesaîtên leşkerî, digel hejmarek leşkerên taybet ji bajarê Rihayê bi rê ketin û li bajarokê Pirsûsê yê ser sînorê Suriyê hatin bicihkirin. Zêdekirina hêzan di demek wisa de ye, ko gefên Tirkiyê yên li dijî rojhilatê Firatê zêde bûn e û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan bi rijdî dibêje, ew dê li dijî rojhilatê Firatê operasyonek leşkerî pêkbîn in.