Li Tirkiyê 227 penaber hatin desteserkirin

Li Tirkiyê 227 penaberên, ku xwestin derbasî Yunanistanê bibin hatin desteserkirin û li Wanê di bûyereke hatûçûnê de 8 penaber brîndar bûn.

K24- Hewlêr

Li Tirkiyê 227 penaberên, ku xwestin derbasî Yunanistanê bibin hatin desteserkirin û li Wanê di bûyereke hatûçûnê de 8 penaber brîndar bûn.

Hêzên Ewlekariya Tirkiyê, li bajarên Îzmîr, Balikesîr, Çanakale û Hatayê li hember koçberên neyasayî,  ku xwestin derbasî Yunanistanê bibin operasyon encam dan.

Di operasyonan de 192 penaber hatin desteserkirin û bi armanca vegerandinê, radestî Îdareya Koç û Koçberan hatin kirin.

La bakurê Kurdistanê bajarê Wanê, otombêlek cure Mînîbus wergeriya û di encam de 8 penaber birîndar bûn û 35 penaberên di otombêlê de hatin binçavkirin.