Rojnameyeke Birîtanî: Israyîl pêgehên Heşda Şeibî li Îraqê burdûman dikin

Rojnameyeke Birîtanî aşkera dike, di meha burî de Israyîlê dû caran hêriş kiriye ser bingehên Heşda Şeibî li Îraqê.

K24- Hewlêr

Rojnameyeke Birîtanî aşkera dike, di meha burî de Israyîlê dû caran hêriş kiriye ser bingehên Heşda Şeibî li Îraqê.

Li gor raporta rojnameya Taymiz a Birîtanî, Israyîlê baznin a  hêrişên xwe bo ser armancên Îranê berfireh kirîye, meha burî jî, firokeyên wî welatî dû caran hêrişkirine ser Heşda Şeibê li Îraqê.

Hêrişa yekem bo ser bingeheke ser bi rêkxistî ya Bedir bû li devera Amirlî, ser bi parêzgeha Selahedîn, ku hijmarek rawêjakrên serbazî yê supayê pasdarên Îranê û çekdarên Ketayîb Hizullah a Îraqî têde hebûn.

Hêrîşa dûyem jî bo ser serbazgeha Eşref li Bakurê Bexdayê hat encamdan û zêdetir ji 40 pasdarên Îranê û çekdarên Heşda Şeibî hatin kurştin.

Israyîlê çend caran tekez kirîye ku dê hêrişê bike ser her pêgeheke Îranî li deverê ku metirsîyê li ser Israyîlê durist bike, çend caran jî hêrişên asmanî bo ser pêgehên Îranê li Suriyê encam daye.