Amerîka û Tirkiye li ser avakirina herêma ewle rêkeftin
Li Rojavayê Kurdistanê di derbarê avakirina herêma ewle de, lihevkirina Amerîka û Tirkiye hate ragihandin, lê hurgiliyên vê rêkeftinê nehatin eşkerekirin. Ligor nêrîna pisporên Tirkiyê, Amerîka heman stratejiya liser Minbicê dimeşîn e û ji bo pêşiya Operasyona artêşa Tirk a liser Rojhilatê Feratê bigre, rêkeftinek wiha demkî ligel Enqere kiriye, loma bawerî bi sepandina rêkeftinê nîn e.
K24- Hewlêr
Li Rojavayê Kurdistanê di derbarê avakirina herêma ewle de, lihevkirina Amerîka û Tirkiye hate ragihandin, lê hurgiliyên vê rêkeftinê nehatin eşkerekirin. Ligor nêrîna pisporên Tirkiyê, Amerîka heman stratejiya liser Minbicê dimeşîn e û ji bo pêşiya Operasyona artêşa Tirk a liser Rojhilatê Feratê bigre, rêkeftinek wiha demkî ligel Enqere kiriye, loma bawerî bi sepandina rêkeftinê nîn e.
Piştî hevdîtinên 3 rojan di navbera Tirkiye û Amerîka berdewam kirin, ji hela rayedarênTirk ve hat ragihandin jibo ku li Rojavayê Kurdistanê herêmeke ewle bê avakirin ligel berpirsên Amerîkî ve li hev kirine. Lê naveroka herêma ewle ku tê plankirin nehat eşkere kirin.
Enqere dixwaze bi kûrahiyeke 30 kîlometran herêma ewle bê avakirin û kontrol dide stê wê de be lê aliyê Washington dil dike ku kûrahiya herêmê 10 yan 15 kîlometre be. Li ser vê her dû alî bi çi awayî rêkeftin ne diyar e. Li gor nêrîna Alî Semîn pisporê pêwendiyên derve her dû alî jibo ji hev bi temamî dûr nekevin ji hev hin tawîz dane.
Alî Semîn-pisporê pêwendiyên derve, dibêje:Amerîka û Tirkiye bi ya min li ser herêmeke 20 kîlometre li hev kirin. Ji bo cîbicîkirina wê pêdîvî bi berdewamiya guftûgoyên dû alî heye. Lê bi qanata min îhtîmal heye ku Amerîka weke li Minbîcê bo pêşiya operasyoneke li dijî YPG bêgirtinTirkiye diawiqîne. Axirî rêkeftin nece serî bi ya minTirkiye operasyonekê dê pêkbîne lê ev operasyoneke sînordar dibe.
Hat ragihandin ji bo hevkariya li ser herêma ewle li Tirkiyê navendeke hev beş dê bê damezrandin û rayedarên her dû aliyan wêtê da hebin.
Prof. Dr. Îlter Turan-pisporê pêwendiyên derve, got:Ji bo ku her dû alî hevkariya xwe, biparêzin û zirarênedinhev dev jiguftûgoyêdêbernedin. Helbet her dualîjibopêgeh û helwestaxwe baş nîşan bidin carna daxuyaniyên tund dibe ku belav bikin. Bêyî şer û pevçûn û ji bo hêzên her dû aliyan neyên hemberî hev rêyeke maqûl niha hatiye peydekirin.
Li gor daxuyaniya piştî hevdîtinê hat belavkirin, Amerîka ji bo şikestina metirsiyên li ser ewlehiyê yên Tirkiyê dê hewl bide. Gelek çavdêr û pispor di wê baweriyê de ne ji ber ku naveroka hevdîtinê û hurguliyên herêma ewle bi zelalî nehatiye eşkerekirin Amerîka mesele paşguh dixe û proseyê dirêj dike da ku Tirkiye êrîşî Rojava neke.