Ocalan:Ez bo çareseriyê amade me û di heftiyekê de dikarim şer û pevçûnan rawestînim

Rêberê PKK Ebdula Ocalan dibêje, ew ji bo çareseriyê amade ye û di heftiyekê de dikare şer û pevçûnan rawestîn e.

K24- Hewlêr

Rêberê PKK Ebdula Ocalan dibêje, ew ji bo çareseriyê amade ye û di heftiyekê de dikare şer û pevçûnan rawestîn e.

Parêzerên Ebdula Ocalan, di derbarê hevdîtina duhî de daxuyaniyek belav kirin û dan zanîn, Ocalan gotiye, baweriya wî heye, ku dikare di nav heftiyekê de şer û pevçûnan bi dawî bîn e. Ji bo çareseriyê amade ye, lê divê dewlet jî erkên xwe bicîh bîn e.

Ocalan da xuyakirin, Serokomarê berê yê Tirkiyê Turgut Ozal, hîn di sala 1993an de gotiye, bi şer pirsgirêk çareser nabe, lê heman rewş berdewam dike û îro ew îradeya Ozal nîn e.

Ocalan got, tecrîda 20 salan a liser wî, yekser bi şer û pevçûnan re girêdayî ye, lê digel hemû astengiyan, ew erkê xwe bo aştiyê berdewam dike.