Saziyên sivîl: Bi hezaran koçberên Sûrî ji Tirkiyê hatine dersînorkirin
Li Tirkiyê karvedanên li ser şandina koçberên Sûrî, berdewam dike. Dezgehên fermî radigihînin tenê kesên qaçax yaxut yên qeyda wan nîn e ji bajaran derdixin û dişinin kampan, lê belê sazî û dezgehên sivîl dibêjin, li gel kesên qaçax, koçberên destûra runiştinê wergirtine jî tên dersînorkirin ber ev herêmên şer.
K24- Stenbol
Li Tirkiyê karvedanên li ser şandina koçberên Sûrî, berdewam dike. Dezgehên fermî radigihînin tenê kesên qaçax yaxut yên qeyda wan nîn e ji bajaran derdixin û dişinin kampan, lê belê sazî û dezgehên sivîl dibêjin, li gel kesên qaçax, koçberên destûra runiştinê wergirtine jî tên dersînorkirin ber ev herêmên şer. Nûnerên dezgehên sivîl, bi belge û delîlan mirina koçberek Sûrî ku hatiye dersînorkirin nîşan dide û balê dikêşînin ser metirsiya jiyana koçberan.
Trajediya koçberî yên Sûrî ku piştî şerê welatê xwe, li Tirkiyê bi cîh bûne didome. Rayedarên vî welatî ragihandin bi mebesta pêşiya bê serûberî ya koçê bê girtin, koçberên qaçax ku qeyda wan li tu bajaran nîn e dê bo kampan bê şandin. Piştî biryarê ji zêdeyî 10 hezar koçber ji bajaran hatin derxistin.
Înîsîyatîfa Pêkvejiyanê û komeleya Mafên Mirovan li Stenbolê raporeke li ser koçberan amade kirin û li gor vê raporê hejmareke zede koçberên qeyda wan li Tirkiyê hene tên şandin Sûriyê û bi mirinê re rû bi rû dimînin.
Eyup Ozer-endamê Înîsiyatîfa Pêkvejiyan, dibêje: Li gel koçberên neqeydkirî yên qeyda wan hene jî ku tê da gelek jin û zarok û nexweş hene ji Tirkiyê hatine şandin bo Sûriyê. Gelek Sûrî serî le me dan û ji me re qala dersînorkirina merivên xwe dikin. Koçberek ku qeyda wî heye, bo dermankirinê sewqî Stenbolê tê kirin lê li nexweşxaneyê tê desteserkirin û tê şandin Sûriyê, aqibeta wî nayê zanîn. Kesek bi navê Hîşam piştî tê dersînorkirin li ser sînor tê kuştin.
Gulseren Yoleri-seroka Komeleya Mafên Mirovan a li Stenbol, dibêje: Asayîşa Tirkiyê bi koçberan bi zorê kaxiz dide îmzekirin da ku dersînor bikin ev kiryareke hiqûqî nîn e. Tirkiye ku li gor rêkeftina penaberan a Cinêvê tenê ji kesên Ewropayê tên re statuya penaberiyê dide lazim e ji bo kesên her welatan tên statuya penaberiyê bide.
Partiyên opozîsyonê yên CHP û HDP jî rexne li polîtîkaya li ser koçberan tên meşandin dikin, balê dikêşînin ser berdewamiya şer û şandina penaberan xelet dibînin.
Sezgîn Tanrikulu-parlamenterê CHP, got: Ev polîtîkaya heyî êş û azara koçberan zêdetir dike, rê li ber kêşeyan vedike. Em wek CHP meha Îlonê li ser mijara koçberan û Sûriyê konferansekê li dar bixin. Lazim e bo nivîsandina destûreke nû ku tê de mafên hemû gel hene û bo polîtîkaya aştiyane, saziyên sivîl, partiyên siyasî li gel hikûmeta Tirkiyê werin cem hev û çareyek peyde bikin.
Rayedarên Tirkiyê amaje bi wê yekê dikin ji koçberan tu kes dersînor nekirine lê li gor rapora saziyên sivîl tenê ji deriyê sînorê Bab Al Hawa ku bixwe eşkere dike di meha Tîrmehê de 6 hezar û 160 Sûrî hatine dersînorkirin.