Emerîka: Em dxwazîn mîkanîzmekê bibînîn daku nîgeranîyên Tirkiyê nehêlîn

Gotebêja wezareta derve ya Emerîkayê ragehand: Danûstandin li gel Tirkiyê derbarê devera aram li bakura rojavaya Suriyê berdewame.

K24- Hewlêr

Gotebêja wezareta derve ya Emerîkayê ragehand:  Danûstandin li gel Tirkiyê derbarê devera aram li bakura rojavaya Suriyê berdewame.

Morgin Ortagos, gotebêja wezareta derve ya Emerîkayê, bersiva pirsyara nuçegihanê Kurdistan24 da û got: Danûstandin li gel Tirkiyê derbarê devera aram li bakûra rojhilata Suriyê berdewame û pêşveçûn jî di danûstandinan de li gel Tirkiyê heye.

Li ser vegerandina penaberên Suri jî, got: Divê penaberên Surî bi xwazt û vîyana xwe vegerin bo devera aram û nabe bi zorê bihên vegerandin.

Herweha gotebêja wezareta derve ya Emerîkayê tekez kir li ser wê yekê, ku ew dxwazin mîkanîzmekê bibîn in daku nîgeranîyên Tirkiyê nehêlin.