Tirkiye leşkerekî Almanî girt

Asayîşa Tirkiyeyê leşkerekî Almanyayê desteser kir.

K24- Hewlêr

Asayîşa Tirkiyeyê leşkerekî Almanyayê desteser kir.

Arteşa Almanyayê ji Ajansa Nûçeyan a Fransayê re piştrast kir ku leşkerekî wan li Tirkiyeyê hatiye desteserkirin.

Li gor daxûyaniya berdevkê Arteşa Almanyayê, leşkerê wan dema li ser kar niye, li Stenbolê desteser bûye, lê sedema desteserbûna wî nehate eşkerekirin.

Li gor nûçeyên beşeke medyaya Almanyayê ew leşker bi kontrola adlî hatiye azadkirin lê qedexeya derketina dervayî Tirkiyeyê li ser wî heye.