HDP bi erênî pêşwazî li rêkkevtina Emerîka û Tirkiyê li ser herêma ewle dike

Partîya Demokratîka Gelan (HDP) bi erênî pêşwazî li rêkkevtina Emerîka û Tirkiyê li ser herêma ewle dike.

K24- Hewlêr

Partîya Demokratîka Gelan (HDP) bi erênî pêşwazî li rêkkevtina Emerîka û Tirkiyê li ser herêma ewle dike.

Berdevkê HDPyê, Gonay Kobaly dibêje: Rêkevtina Emerîka û Tirkiyê, egera egera operasyon û şerekî dijî rojhilata Firatê ji holê rakirîye û nîşan daye ku tenê danûstandin çareserîye û Ew dixwazin rêkkevtin berdewam be û hikumeta Tirkiyê bi rêveberîya xwe ser li bakûra Suriyê danûstandinan bike.

Gonay Kobaly, got: Rêkeftina herêma ewle ya di navbera Tirkiye û Amerîkayê de, vebijêrka êrîş û şerî ji holê rakiriye û ji ber vê yekê rêkeftin erenî ye. Hevdîtinên  Amerîka û Tirkiyeyê nîşan da ku tenê çareserî, danûstandin e. Em hêvî dikin ev riya bêşer û bêêrîş, mayînde be.

herweha gott: ji ber ku aliyên pirsê beşdarê hevdîtinan nebûne, di rêkeftinê de kêmasî heye û sûda serkeftina wê cihê gûmanê ye. Lewma divê Hikûmeta Tirkiyeyê bi nûnerên siyasî ya kurdan û rêveberiya xweser a bakurê Suriyeyê re jî danûstandin bike.