Akar: Tirkiyê amade ye bi tekalî herêm ewle ava bike

Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê Hulusî Akar radigihîne, Tirkiye rijd e herêma ewle bi kûrahiya 30 – 40 K.M be.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê Hulusî Akar radigihîne, Tirkiye rijd e herêma ewle bi kûrahiya 30 – 40 K.M be.

Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê Hulusî Akar ji kenaleke xwecihî ya Tirkiyê re ragihand, herêma ewle divê ji sînorê Tirkiyê û ta kûrahiya 30 – 40 K.M di hundir û xaka Sûriyê de be û em li benda Amerîka ne ku gavên di vê arasteyê de bavêje.

Herwiha got: Tirkiye amade ye bi tekane û awayekî serbixwe herêma ewle ava bike û planên alternative hene.

Ev daxuyaniya Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê piştî wê yekê tê, Di çend rojên borî de, şandek leşkerî ya Amerîka li Tirkiyê bû û digel berpirsên wî welatî, gihiştin mekanîzmayek ji bo avakirina devera aram li bakûrê Sûriyê.

Di vê derbarê de jî Wezîrê Bergîriyê ya Amerîka Mark Esper ragihandibû, çi operasyoneke leşkerî ya tekane ji aliyê Tirkiyê ve li bakurê Sûriyê bê kirin, Amerîka dê rêgiriyê lê bike.

 

S. B