Tirkiye bingeheke mezina serbazîyê li Qeter durist dike

Mêdyayên Tirkiyê belav kirine, ku herdû welatên Tirkiye û Qeter amadekarîyê dikin bo encamdan ahengekê bi boneya vekirina bingeheke mezina serbazîya Tirkiyê li Dewhe.

K24- Hewlêr

Mêdyayên Tirkiyê belav kirine, ku herdû welatên Tirkiye û Qeter amadekarîyê dikin bo encamdan ahengekê bi boneya vekirina bingeheke mezina serbazîya Tirkiyê li Dewhe.

Amaje bi wê yekê jî hatîye kirin ku ew bingeh nêzîkî temambûnêye û dikeve nêzîk bingeha serbazîya Tariq Bin Zîyad. Herweha piştî temambûna wê bingehê hejmara serbazên Tirkiyê li wî welatî dihên zêdekirin.

Li sala 2015 bi rezamendîya Dewheyê, Tirkiyê bingeheke serbzî li Qeterê damezirand ku hejmareke mezin ji serbazên wî welatî li wê bingehê hatîne akincîkirin.