Li Tirkiyê 433 koçberên neyasayî hatin desteserkirin

Li Tirkiyê di heyama 24 demjimêran de, 433 koçberên neyasayî hatin desteserkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê di heyama 24 demjimêran de, 433 koçberên neyasayî hatin desteserkirin.

Li beravên rojavayê Tirkiyê, 433 koçberên ku xwestin bi rêyên neyasayî derbasî Yunanistanê bibin hatin desteserkirin.

Di operasyonan de 3 kesên karên qaçaxiya mirovî rêk dixistin jî hatin girtin.

Li gor agahiyan, piraniya koçberên hatine desteserkirin welatiyên Efxanistan, Pakistan û Bangladeşê ne.

Koçber, bi armanca lêkolîn û paşde vegerandinê radestî rêveberiya Koç û Koçberiyê hatine kirin.

 

S. B