Li Tirkiyê 418 bergûmanên PKKê hatin desteserkirin

Li 29 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 418 bergûmanên PKK û KCKê hatin desteserkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li 29 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 418 bergûmanên PKK û KCKê hatin desteserkirin.

Digel jikardûrkirina şaredarên HDPê yên Diyarbekir, Mêrdîn û Wanê, li 29 bajarên Tirkiyê hêzên ewlehiyê operasyonên berfireh kirin û avêtin ser malan.

Li gor ragihandina Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di encama operasyonê de 418 bergûmanên PKK û KCKê hatine desteserkirin û operasyon jî berdewam e.

Ev yek di demekê de ye, îro bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bi bihaneya bangeşeya bo terorê, Hevşerdarên HDPê yên Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Adnan Selçuk Mizraklî, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Hevşaredara Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan ji kar hatin dûrxistin.

 

S. B