HDP: Divê CHP bi eşkereyî li dijî vê derkeve

Nerazîbûna li dijî biryara Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê ya jikardûrxistin a 3 hevşaredarên HDPê û li dewsa wan destnîşankirina qeyûman berdewam dikin. HDP bang li hemû mixalefetê dike, ku ew li dijî qeyûman derkevin. Herwiha rêveberên HDP bang li partîyên Kurd û Kurdistanî jî dikin, ku ew li dijî operasyon û qeyûman dengên xwe bilind bikin.

K24- Enqere

Nerazîbûna li dijî biryara Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê ya jikardûrxistin a 3 hevşaredarên HDPê û li dewsa wan destnîşankirina qeyûman berdewam dikin. HDP bang li hemû mixalefetê dike, ku ew li dijî qeyûman derkevin. Herwiha rêveberên HDP bang li partîyên Kurd û Kurdistanî jî dikin, ku ew li dijî operasyon û qeyûman dengên xwe bilind bikin.

Li Tirkîye û bakurê Kurdistanê bertekên li dijî biryarên jikardûrxistina 3 hevşaredarên HDPê û li dewsa wan destnîşankirina qeyûman berdewam dikin. Di vê çarçoveyê da Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) destdanîna ser şaredariyan wek derbeyeke nû ya siyasî dibîne û bang li aliyên demokratîk ên Tirkiyê dike ku ev ne tenê pirsa HDP û pirsa Kurdan e. 

Parlamenter û berpirsên HDPê destnîşan dikin, ev operasyon bes li dijî HDP û Kurdan nîne, ev derbe li dijî hemû hêzên demokrasî û şaredarîyên mixalefetê ye.

Murat Çepnî-Parlamenterê Îzmîrê yê HDPê, got:"Ev operasyon dorpêçkirineke li dijî hemû hêzên demokrasîyê yên Tirkîyeyê ye. Ji loma jî ev operasyon bes li dijî şaredarîyên HDP û gelê Kurd nîne. Ji loma jî divê hemû şaredarîyên CHPê û hêzên demokrat rabin ser pîya û li dijî vê operasyonê derkevin. Divê CHP li hemberî vê operasyonê helwesteke zelal  nîşan bide û li gel demokrasîyê be."

Rêvebirê HDPê yê Şaxa Enqereyê û nevîyê Şêx Seîd Efendî Dîyadîn Firat jî bang li hemû partîyên Kurd û Kurdistanî dike ku ew li dijî van kiryarîyan derkevin û tifaqa demokrasîyê saz bikin.

Dîyadîn Firat-Rêveberê HDPê yê Enqereyê, dibêje:" Divê Partîyên Kurd û Kurdistanî û hemû hêzên demokrasîyê li dijî vê nehiqûqîyê derkevin û bikariib kul i Tirkiye û baur tifaqa demokrasîyê ava bikin."

Bi biryara Wezareta Karên Navxweyî yê Tirkiyê di 19ê Tebaxê da bi hinceta bangeşeya bo terorê, hevşaredarên HDPê yên Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Adnan Selçuk Mizraklî, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Hevşaredara Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan ji kar hatin dûrxistin û li dewsa wan Walîyên van bajêran wek "qeyûm" hatin destnîşankirin. HDP jî li dijî qeyûman amadehî dike ku serdana hemû alî, partî û sazîyên demokratîk bike û piştevanîya wan bixwaze