Kiliçdaroglu: Tirkiye ji demokrasiyê dûr ketiye

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu radigihîne, biryara danîna qeyûman siyasî ye û bi vê biryarê welatê wan ji demokrasiyê dûr xistiye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu radigihîne, biryara danîna qeyûman siyasî ye û bi vê biryarê welatê wan ji demokrasiyê dûr xistiye.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu piştî kombûna partiya xwe da xûyakirin, ew dernakevin kolanan, lê dê rexneyên wan berdewam bin.

Kiliçdaroglu got, ew ji kardûrxistina serokên şaredariyên bajarê mezin ên Diyarbekir, Wan û Merdînê  wek derbeyekê li dijî demokrasiyê dinirxînin.

Serokê CHPê biryara Wezareta Navxweyî rexne kir û got: Biryareke siyasî û yasayî ye. Bi vê biryarê welat ji demokrasiyê dûr ketiye.

 

S. B