Pervîn Buldan: Dûrxistina Şaredaran derbeya siyasî ye
Perwîn Buldan Hevseroka HDP dûrxistina 3 şaredarên ji bajarên Diyarbekir, Wan û Mêrdîn wekî derbeyek siyasî nirxand û got: Bi tayînkirina qeyûman, îxanet li îradeya gel hat kirin. Kesên bi hilbijartinê tên ser kar, divê bi hilbijartinê biçin.
K24- Stenbol
Perwîn Buldan Hevseroka HDP dûrxistina 3 şaredarên ji bajarên Diyarbekir, Wan û Mêrdîn wekî derbeyek siyasî nirxand û got: Bi tayînkirina qeyûman, îxanet li îradeya gel hat kirin. Kesên bi hilbijartinê tên ser kar, divê bi hilbijartinê biçin.
PKG Biryara tayînkirina qeyyûman bo 3 şaredariyên Diyarbekir, Mêrdîn û Wanê ku ji hêla Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê ve bi hinceta alîkariya PKK tê kirin hat dayîn ji hêla HDP ve hat şermezarkirin.
Perwîn Buldan a Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan li Stenbolê li gel çend parlamenterên ji partiya xwe li hev civiya û biryara dûrxistina 3 şaredarên HDPyî wek derbeyek siyasî bi nav kir. Buldanê li ser pirsa sîne î milet jî got niha nafikirin lê li ser hemû alternatîfan dê danûstandinê bikin.
Perwîn Buldan-Hevseroka HDPyê, got: Kesên li Stenbolê têk çûn niha dûbare bi tayînkirina qeyyûman dixwazin tolê hilînin. Em vê biryarê qebûl nakin. Ez bang li Serokê CHP Kemal Kiliçdaroglu û partiyên din jî dikim bila bêdeng nemînin. Ev destdanîneke li ser îradeya gel û diziyek e. Pêwîst e demildest ev biryara şaş û ne hiqûqî bê betalkirin.
Erol Katircioglu parlamenterê HDP amaje kir hinceta ku bo dûrxistina şaredaran tê nîşandan ne rast e û ne hiqûqî ye.
Erol Katircioglu-Parlamenterê HDPyê dibêje: Şaredarên nêzî ji%60 deng wergirtine bêyî proseyeke hiqûqî ji kar tên dûrxistin. Bila Tohmetên li ser şaredaran dikin îspat bikin ka delîlek jî nîn e. Eger sûcek hebe dadgehê wê biryarekê bida lê tu biryara dadgehê jî nîn e Em ê bi rêya hiqûqê hewl bidin da ku şaredarên me werin ser kar.
Niştecîhên Kurd ên li Stenbolê jî ji biryara tayînkirina qeyyûman dilgiran in.
Îdrîs Abîk-Welatî , got: Em ji vê biryarê nerazî ne. Çimkî biryareke qed rast nîn e. Em Kurd dikarin xwedî li hev derkevin divê xwedî li îradeya xwe jî derkevin.
Ehmed Ulaş-Welatî SOT: Bi qeyyûman tu tişt pêş va naçe. Miletê Kurd biryara xwe daye, hebûna xwe nîşan daye. Bi qeyyûman, bi zext û zorê nikarin me tune bikin. Em vê biryarê napejirînin.
Serokkomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partî Recep Tayyîp Erdogan beriya hilbijartina 31ê Adarê dest nîşan kiribû hin namzed wek şaredar bên bijartin jî nikarin kar bikin.