Tirkiye moleta derkirina penaberên qaçax ji Stenbolê dirêj dike

Hikûmeta Tirkiyê ta roja 30î Cotmeha bê molet dide penaberên Sûrî yên bi awayekî ne yasayî li Stenbolê ne dekevin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Tirkiyê ta roja 30î Cotmeha bê molet dide penaberên Sûrî yên bi awayekî ne yasayî li Stenbolê ne dekevin.

Wezîrê Navxwe ya Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand, heta roja 30î Cotmeha bê molet li pêş penaberên Sûrî yên bi awayekî ne yasayî li Stenbolê ne, yan dê ji bajêr derkevin yan jî dê bêne derkirin.

Got jî, ewê rê bidin penaberên ku Stenbolê bêne derkirin li bajarekî din ji bilî Antalyayê bicih bibin, ji ber ku ew bajarî nema dikare pêşwazî li penaberên Sûrî bike.

Soylu amaje bi wê yekê kir jî, ku ev biryar xwendekaran û malbata wan lixwe nagire.

Waliyê Stenbolê molet heta roja 20 Tebaxê dabû penaberên Sûrî yên ne bi awayekî yasayî li Stenbolê ne, ku ji wî bajarî derkevin.

Rayedarên Tirkiyê amaje bi wê yekê dikin ji koçberan tu kes dersînor nekirine, lê li gor rapora saziyên sivîl tenê ji deriyê sînorê Bab Al Hawa ku bixwe eşkere dike di meha Tîrmehê de 6 hezar û 160 Sûrî hatine dersînorkirin.

 

S. B