Ehmed Turk: Bi van helwêstan, ne tenê Kurd, Tirkiyê jî zererê dibîn e
Şaredarê Mêrdînê Ehmed Turk, ku hatiye dûrxistin dibêje, bi helwêstên weha, ne tenê Kurd, demokrasiya Tirkiyê jî, zerer dibîn e û banga berxwedana hemû aliyên dijbereyê dike.
K24- Hewlêr
Şaredarê Mêrdînê Ehmed Turk, ku hatiye dûrxistin dibêje, bi helwestên weha, ne tenê Kurd, demokrasiya Tirkiyê jî, zerer dibîn e û banga berxwedana hemû aliyên dijbereyê dike.
Li Mêrdînê bi armanca şermezarkirina danîna qeyum, bi beşdariya parlamenter, endam û rêveberên HDPê çalakî hat darxistin. Şaredarê Mêrdînê Ehmed Turk, ku ji kar hatiye dûrxistin got, bi kiryarên weha demokrasiya Tirkiyê ziyanên mezin dibîn e.
Da xuyakirin, tometan dikin, ku şaredariya Mêrdînê bo deverên din pere şandin e. Li şaredariya pere nehîştin e, ku mûçeyên karker û fermanberan bidin û bang li saziyên çavdêriya dewletê kir, ku derbarê îdîayên weha û gendeliyên dema qeyûmê de, lêkolînê bike.
Da zanîn, di dema qeyumê berê de, xerc û mesrefên gelek mezin hatine kirin, bo serokomar û wezaretan, diyariyên giran hatine kirîn û jiber ku, ev gendelî û xercên mezin anîn e rojevê, bûn e armanc.