Amrîka aşkere dike: HSD pişkek ji xalên xwe yên ser sinûrê Tirkiyê valkirine

Artêşa Amrîkayê eşkera dike, Hêzên Sûrya Demokrat HSD beşek ji xalên xwe yên ser sinûrê Tirkiyê valakirine.

K24- Hewlêr

Artêşa Amrîkayê eşkera dike, Hêzên Sûrya Demokrat HSD pişkek ji xalên xwe yên ser sinûrê Tirkiyê valakirine.

Fermandarê Fermandeya Navenda Amrîkayê belavkirye ku, piştî peywendîya telefonî ya di navbera wezîrên bergirîyên Tirkiyê û Amerîkayê de, Hêzên Sûriya Demokrat (HSD), beşek ji senger û xalên xwe yên ser snûrê Tirkiyê helweşandine, ew jî weke gaveke bi pabendibûna (HSD) bi wê mîkanizma ewlehî ya ku Amerîka û Tirkiyê li ser rêkkevtine.

Berîya sê rojan wezîrên bergirîyên Amerîka û Tirkiyê derbarê navçeya aram li bakûrê Sûriyê bi telefonê axvtibûn û herdû alî li ser çend xalan rêkkevtibûn û rakirina xalên snûrîyên HSDyê ji ser sinûrê Tirkiyê di  çarçove ya rêkkevtina wan dû wezîran de bû.