HDP: Eger dadgeha Tirkiyê biryara qeyûman betal neke serî li Dadgeha Ewropayê dê bidin

PKG Piştî tayînkirina qeyyûman bo 3 şaredariyên Diyarbekir, Mêrdîn û Wanê ku ji aliyê HDP ve dihatin birêvebirin nexşerêya vê partiyê jî dihat meraqkirin.

K24- Stenbol

PKG Piştî tayînkirina qeyyûman bo 3 şaredariyên Diyarbekir, Mêrdîn û Wanê ku ji aliyê HDP ve dihatin birêvebirin nexşerêya vê partiyê jî dihat meraqkirin.

Partiya Demokratîk a Gelan ji bo protestokirina biryara qeyûman li gel berdewamiya çalakiyan ji aliyê hiqûqê ve jî dê hin xebat bide destpêkirin.

Oya Ersoya Parlamentera HDP ragihand wê serî li dadgehên Tirkiyê bidin da ku şaredarên bi dengê gel hatine hilbijartin werin ser karê xwe lê biryareke bi hêviya wan neyê dayîn wê biçin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê.

Oya Ersoy-Parlamentera HDPyê, got: Em ê hem li qadan ji kar dûrxistina şaredarên xwe şermezar bikin û hem jî ji aliyê hiqûqê ve têkoşîna xwe bidomînin. Ez bi zelalî dibêjim: Tayînkirina qeyûman bi li dijî îradeya gel derbeyek e. Ji bo betalkirina vê biryarê em ê serî li dadgehên Tirkiyê bidin. Piştî bidawîbûna proseya hiqûqa navxweyî ku netîce negihere em ê herin Dadgehên Mafên Mirovan a Ewropayê.

Partiya Sereke ya Opozîsyona Tirkiyê CHP jî biryara ji kar dûrxistina şaredarên HDPyî xelet dibîne û li dijî qeyûman e. Sezgîn Tanrikuluyê hiqûqnas û Parlamenterê CHP amaje kir biryar li dijî destûr e û ne hiqûqî ye.

Sezgîn Tanrikulu-Parlamenterê CHP, dibêje:Sererastkirina esasî ya der barê tayînkirina qeyûman de ji aliyê lijneya giştî ya parlamentoyê ve nehatiye pejirandin. AKP û MHP ev yek paş de jî kişand lê bi biryarnameyekê hikûmetê qeyûm tê tayînkirin ev biryar li dijî îradeya gel e û li dijî qanûna hilbijartinê ye jî.

Hikûmeta AK Partî piştî hewla derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmeha sala 2016an bi biryarnameya di hikmê qanûnê de Wezareta Navxweyî ya wî welatî bi tayînkirina qeyûman şûna kesên hilbijartî erkdar kir. Piştî vê biryarnemayê ji wê çaxê heta niha ji zêdeyî 100 şaredar ku piraniya wan HDPyî ne, bi hinceta li gel rêxistinên derqanûnî têkîldar in ji kar hatin dûrxistin.